Ürün Sepetinize Başarıyla Eklendi
Ber bi Binxete ve - Halkkitabevi

Ber bi Binxete veRojniviska Rojava

Stok Kodu
9786055279288
Boyut
13x20
Sayfa Sayısı
211
Basım Yeri
İstanbul
Baskı
1
Basım Tarihi
2012
Resimleyen
1594596a03b2462dbf5937a710b85ec8
Kapak Türü
Ciltsiz
Kağıt Türü
2. Hamur
Dili
Kürtçe
140,00TL
%23 İNDİRİM
107,80TL
Taksitli fiyat : 9 x 13,18TL
Stokta var
9786055279288
393049
Ber bi Binxete ve
Ber bi Binxete ve Rojniviska Rojava
107.80

Civaka kurd ji her alî ve civakeke derengmayî ye. Sedsala 20an ku bi sedan dewlet hatine avakirin, ji bo kurdan perçebûn bi xwe re aniye. Hedefa xetên têlan ne tenê beşkirina welatê kurdan e, bi wan sînoran xwestine hişmendî û bîreweriya civakekê jî têk bidin. Lê tevî ku nêzîkî sed salî û çend nifş di ser re derbas bûne jî, ew di mêjî û muxayila her kurdekî de "serxet" û "binxet" e, "jêr" û "jor" e. Û vêga, îro; tu hukmê wan sînoran nemaye. Welatê me, rojavayê Kurdistanê di merhaleyeke dîrokî re derbas dibe. Her tişt li ber çavan e. Em dibînin, têdigihin, giringiya wê ferq dikin, lê mixabin tenê temaşe dikin, me bixwe, xwe li derveyî lîstika jiyanê hiştiye. Fatma Savci wek kurdek, bi vê rola temaşevaniyê ne razî ye û vê carê herçiqas bê çiya jî be, xwe dispêre deşt û newalên welatê xwe; dikeve ser "riyên bi talûke" ên binê xetê, di demek pir xeter de bajar bi bajar, gund bi gund, dibistan bi dibistan, mal bi mal digere û wêneyê jidil ê Rojava dikşîne. Fatma dibîne, nîşan dide, balê dikşîne ser meseleyên bingehîn û îqaz dike. Tam di wextê xwe de... Ku ne niha be kengî?

Kapat