Ürün Sepetinize Başarıyla Eklendi
Desten Vala - Halkkitabevi

Desten Vala

Stok Kodu
9786055279110
Boyut
13x20
Sayfa Sayısı
75
Basım Yeri
İstanbul
Baskı
1
Basım Tarihi
2012
Resimleyen
85b757af138b4d60b11d496ebe4ea313
Kapak Türü
Ciltsiz
Kağıt Türü
2. Hamur
Dili
Kürtçe
90,00TL
%23 İNDİRİM
69,30TL
Taksitli fiyat : 9 x 8,47TL
Stokta var
9786055279110
392988
Desten Vala
Desten Vala
69.30

Çîrokên nû yên Lorîn S. Doğan, bi navê "Destên Vala" di nav weşanên Avesta de derketin...

Hemû çîrokên di kitêbê de li ser zarokên kurd û dema nû ne. Yekem kitêba çîrokan a Lorîn S. Doğan "Kirasê Teng", sala 2008an di koleksiyona Şahmaran / Avesta de derketibûn.

Bi bêdengî min li wan guhdarî dikir.
Ji nav gotegotên wan tenê bêhna şer dihat.
Mijara leyistikên wan tenê şer bû...
Ji çîroka "Destên Vala"
Destên vala yên ku li têhna destê bav digerin, hedanê ji rihê wî re nahêlin. Destên bav ên ku wê kêliyê dixwest di navbera bedena wî û talana ku çirûsk li çavên wî miçikandibûn, bibin hêt... Bi destên vala yên ku li dora laşê wî dizîzikin, Mîrza bênavber dibêje:
- Destê bavê min... Kanî destê bavê min!.. Destê bavê min yê qaliiind!..

Girî û gotinên law ji dûr ve axîn û zingêniyekê bi laşê wî yê li erdê dirêjkirî dixin. Nalenala wî ya ku hino hino di rihê wî de difetisî dijwartir dibe. Bi kêferatekê li ber xwe dide destê xwe yê qalind ê di nav xwînê de mayî, cara dawî bigihijîne destê lawê xwe yê vala... Çavên ku êş û neçarî ji wan dibarî, di bin asîmanê ku şînkayiyeke zelal xwe lê pêçabû, li destên vala yên ku dikirin kazekaz vekirî dimînin.

Kapat