Ürün Sepetinize Başarıyla Eklendi
Ristika Morikan - Halkkitabevi

Ristika Morikan

Stok Kodu
9786055279196
Boyut
13x20
Sayfa Sayısı
89
Basım Yeri
İstanbul
Baskı
1
Basım Tarihi
2012
Resimleyen
1d2f7bfd94b2454c94ed6d7503b0cb4c
Kapak Türü
Ciltsiz
Kağıt Türü
2. Hamur
Dili
Kürtçe
9786055279196
365858
Ristika Morikan
Ristika Morikan
30.80
Fatma Savci piştî "Gulên Qasid" (şi'r, 2006), Xewnên Zîvîn (şi'r / ceribandin, 2007), Bîra Birînê (şi'r, 2010) û "Şewq û Payiz" (ceribandin, 2011) vê carê jî kitêbeke çîrokan derdikeve pêşberî xwendevanên xwe: "Ristika Morîkan"."Ristika Morîkan" neynikeke şikestî li rihê birîndar î kurd digre. Neynikeke ku kes nexwaze li sûretê xwe yê winda yî tê de binere...Ji çîroka "Mûm û Fîstan"- Diranekî min mabû, ew jî şevê din di xewnereşkekê de weşiya. (Herê nû bala min kişand, diranên wê tune bûn. Ew bê diran bû.) Ev nîşana xebera bê oxiriyê ye. Êdî nizam wê agir bikeve mala diya kê. Min ev qesir ji diranên xwe yên ku di xewnan de ketine lêkir. Diranên min her şev di xewnan de dikevin, beriya kuştinan, piştî kuştinan. Va roj diçe ava, lê hîna nequlibiye sibê wê binefşeke din biçilmise di laşê min de. Ez ev im, jineke ku xewnên wê bê diran in û binefşên laşê wê çilmisî... ...Çawa dengê xîzîna sîngê hat jinikê, mîna binefşeke bê av xeliya ber bi jêrê. Jina bejinrihanî her du baskên xwe berdan erdê. Min ji rûyê wê yê çilmisî fam kir, çemekî xwînî ji laşê wê herikî...Mîna mûmeke ku dişewite, goştê canê wê piço piço heliya û dilop dilop niqutî ser erdê. Ez bezîm ku herim pê ve. Min xwest ez xwe bigihijînimê û wê jina xweşik, wê jina dilovan, wê jina ku mûman ji çiçikên xwe pêdixe, wê jina ku kirasan li agir dike û wan werdigerîne keçikan rizgar bikim ji mirinê. Çawa min bi her du destan xwe zer kire newqa wê, canê jinikê yê ji mûmê bi destên min ve zeliqî û bi tilîkên min ve dilop dilop herikî ser axê... Ji tilîkên min yên zirav hingiv dipale... Xwedêyo qey ev ax ev xak ji hingiv têr nabe?
Kapat