Ürün Sepetinize Başarıyla Eklendi
Stranen Xwede - Halkkitabevi

Stranen Xwede

Stok Kodu
9786052246948
Boyut
13x20
Sayfa Sayısı
144
Baskı
1
Basım Tarihi
2020-10
Çeviren
Hasan Hüseyin Öztürk
Resimleyen
7b88da5c56ca4517a6eebe384bda04d8
Kapak Türü
Ciltsiz
Kağıt Türü
2. Hamur
Dili
Kürtçe
110,00TL
%23 İNDİRİM
84,70TL
Taksitli fiyat : 9 x 10,35TL
Stokta var
9786052246948
778712
Stranen Xwede
Stranen Xwede
84.70

“Dema ku ez dikevim nav gumanan, dilteng û bêhêvî dibim û ez di asoyê de tu tîrêjên ronahiyê nabînim, ez berê xwe didim Bhagavad Gîtayê, li dû hevokekê dikevim ku min asûde bike û paşê pê re dikenim û xemgîniya min vedireve.”
Mahatma Gandhi

”Mezinahiya Bhagavad Gîtayê di wê yekê de ye ku jiyana xweş û rast a felsefeya di nav dîn de aşkere dike.”
Hermann Hesse

“Bhagavad Gîta nîşana sîstematîk a geşbûna ruhanî ya mirovahiyê ye. Ev, kurteya herî aşkere û giştî ye. Lewra qîmeta wê ya berdewam ne tenê ji bo Hindistanê ji bo tevahiya mirovahiyê ye.”
Aldous Huxley

“Gîta di dinyayê de ji bo fêrkariyê mezintirîn çavkanî ye.”
Arthur Schopenhauer

Gîta ku bi zimanê sanskrîtî bi strankî hatiye nivisîn, ji 700 sutrayan (ayet) û 18 beşan pêk tê. Ew di warê zimanî û wêjeyî de gelek giranbiha ye. Her yek ji wan qala çendîn babet û rêyan dike ku ew hevdu temam dikin. Ew hemû jî di dawiyê de ber bi armancekê ve diçin ku ew jî gihiştina bi heqîqetê û azadiya mirov e. Lewra mebesta sereke ya Gîtayê azadbûna mirov e.

Havîna 2008an wergêrê kitêbê bi grûbeke Navenda Yogayê ya Stenbolê re diçe Zanîngeha Vîvekanandayê ya li Hindistanê ku li bajarê Banglorê ye. Serokê zanîngehê H.R. Nagendra pir bi kêfxweşî pêşwaziya wan dike û bi bihîstina wergerandina Gîtayê li zimanê kurdî bi dilekî germ wiha dibêje: “We hay jê heye ku we karekî gelek mezin kiriye. We Gîta li zimanekî bêdewlet wergerandiye.”

Kapat