Ürün Sepetinize Başarıyla Eklendi
Tefsira Qurane - Halkkitabevi

Tefsira Qurane

Stok Kodu
9786257253093
Boyut
15x24
Sayfa Sayısı
368
Basım Tarihi
2020
Kapak Türü
Ciltsiz
Kağıt Türü
2. Hamur
250,00TL
%23 İNDİRİM
192,50TL
Taksitli fiyat : 9 x 23,53TL
Stokta var
9786257253093
858057
Tefsira Qurane
Tefsira Qurane
192.50

Kamiran Alî Bedirxan, li pey xwe gelek xebatên qedirbilind hiştine. Yek ji wan jî meala Qur’anê ya bi navê Tefsîra Qur’anê ye. Li gora zanyariyên li ber destê me ne, kesê ku ewil meala Qur’ana Pîroz bi zaravayê kurmancî û tîpên latînî amade kiriye, Kamiran Bedirxan e. Lewra wî di navbera salên 1941-1943yan li Suriyeyê di Kovara Hawarê de û li Libnanê di navbera salên 1945-1946an de di Roja Nû de bi tîpên latînî bi navê Tefsîra Qur’anê hin beşên Qur’anê bi kurdî (zaravayê kurmancî) weşandiye. Her çiqas navê vê xebatê Tefsîra Quranê be jî, divê bê zanîn ku ev bi te‘bîra me ya îro meal e. Ev meal, ji serê Qur’anê heta dawiya sûreyê En‘amê (Sûreyê Dewara) hatiye weşandin.
Ev xebat tam bû xebateke muşterek. Ev 7-8 sal e me hewl dida, heta ku dibe “tefsîr” bê kêmasî were çapkirin. Bi gelek kesên di serî de di meal, tefsîr, ilmên îslamî, destxet û zimên de pispor, me sohbet kir, li wan guhdarî kir û hêdî hêdî dest bi vê xebatê kir. Piştî 79 salan bi çapkirina yekem meala kurdî ku Kamiran Alî Bedirxan, yek ji avakarê girîng ê ziman, kultûr û nasnameya kurdî, em kêfxweş û serbilind in.

Kapat