Ürün Sepetinize Başarıyla Eklendi
Zargotina Kurden Serhede - Halkkitabevi

Zargotina Kurden SerhedeKilam u Destanen Epiken diroki, Merxasi u Serhildanan

Stok Kodu
9786055279561
Boyut
14x21
Sayfa Sayısı
381
Basım Yeri
İstanbul
Baskı
1
Basım Tarihi
2013
Resimleyen
081429a642b243308206cd0f0610a044
Kapak Türü
Ciltsiz
Kağıt Türü
2. Hamur
Dili
Kürtçe
9786055279561
393062
Zargotina Kurden Serhede
Zargotina Kurden Serhede Kilam u Destanen Epiken diroki, Merxasi u Serhildanan
21.56
"Zargotina Kurdên Serhedê - Kilam û Destanên Epîk ên Dîrokî Mêrxasî û Serhildanan" ku ji aliyê Mehmet Gültekin ve hatiye berhevkirin û amadekirin di nav weşanên Avestayê de derket. Dema kurdek tenê li hember çiyayekî disekine ew bi hevdû ra bi kurdî diaxivin û distirên.

Rohat Alakom di pêşgotina ku ji bo kitêbê nivîsandiye de wiha dibêje: "Zargotina Kurdên Serhedê ji sedî zêdetir stranên dîrokî ên mêrxasiyê mêraniyê û cengewariyê pêşkêşî xwendevanan dike. Piraniya wan cara yekem derbasî ser kaxiz dibin û tên weşandin. Her stranek li ser mijarekê ava bûye şax vedaye û bûyerekê vedibêje pêşkêş dike. Her yek ji wan xweyê dîrokekê ye yan jî dîrokekê serpêhatiyekê raberî xwendevanan dike. Mehmet ji bo ku naveroka van berheman baş bê famkirin destpêkeke dirêj jî wek lêkolîn amade kiriye û ligel van stranan weşandiye. Di vê beşê de tiştine gelek balkêş li ser huner û dîroka dengbêjiya kurdî cîh girtine. Wî bi jêrenot û nivîsnasiyên xwe gelek mijarên nezelal ronî kiriye alîkarî daye xwendevanan. Ev stran ev berhemên ku di vê pirtûka delal de cîh girtine ji bo pêşketina ziman edebiyat û herwisa ji bo dîroka kurdî wek çavkanî dikarin roleke gelek mezin bilîzin û hin pirsên çanda kurdî ronî bikin. Min bi xwe ev pirtûka nivîskar-lêkoler Mehmet Gultekîn bi dildarî û bi hewaseke mezin xwend. Gelek tiştên nû ji naveroka vê pirtûka kêrdar fêr bûm. Hêvî dikim ku xwendevanên kurd dildarên zargotina kurdî jî wê bi kêfxweşiyeke mezin vê pirtûka kurdî bixwînin tam û lezetekê jê werbigrin."
Kapat