Ürün Sepetinize Başarıyla Eklendi
Birqen Direxşan - Halkkitabevi

Birqen Direxşanİlluminations

Stok Kodu
9786052246313
Boyut
14x20
Sayfa Sayısı
144
Baskı
1
Basım Tarihi
2019-02
Çeviren
Ergin Sertem
Resimleyen
e5ad71d1caf041d6a3ef22e72711da5c
Kapak Türü
Ciltsiz
Kağıt Türü
2. Hamur
Dili
Kürtçe
120,00TL
%23 İNDİRİM
92,40TL
Taksitli fiyat : 9 x 11,29TL
Stokta var
9786052246313
609009
Birqen Direxşan
Birqen Direxşan İlluminations
92.40

Illuminations an Birqên Direxşan, ku ji 41 helbestên pexşan û duyên menzûm pêk tê, bê şik lûtkeya helbest û hunerkariya Rimbaud ye û yek ji girîngtirîn metnên dîroka helbesta cîhanê ye. Her yek ji van “birq”an, bi gotina Rimbaud, “xewneke tîr û çapik e” û bi hev re wek kaleidoskopeke bênizam a “fenerên sihrî” ne.
Kawa Nemir li ser wergera Rimbaud wiha nivîsiye:
“Dewrê eyyam ê helbestê bi derewên “bêhejmar nifşên debengên ristebend” derbas bû, ku ‛eyan e mebest ji vê yekê ne welê bi hêsanî reşkirina wê kelepora civiyayî (qewî çiviyayî heçku) ya mirovayiyê ye, lê, û, paşê Rimbaud hulustî ji wê zêya hurr û xef a helbestê de, ya zehf kêm beşerên beşerxweş ên kelamê rêya xwe bi ser xistî. Illuminations’a bi kilîla zimanî û poetîk a şikûdar a Ergîn Sertemî berceste bûyî bi kurdî bi navê “Birqên Direxşan”, va ye, delîlê dadaneveya deriyê wî dewrî ye û vekirina deriyê nû ye, hem bo kurdî û hem bo Rimbaud’yê ewledê gerdûnê.
Û, her wiha, ev werger bi xwe, di vê serdema zimanê me de, derseke mezin e bo hemû ehlên dilpak ên zimanê kurdî yên ku xwînê ji xwe berdidin da ku metnên gerdûnî wergerînine kurdî. Ne cihê gumanê ye ku wergera Illuminations’a Arthur Rimbaud bi navê “Birqên Direxşan” wergereke welê ye ku heq dike her bimîne wekî taca seriyan.”

Kapat