Ürün Sepetinize Başarıyla Eklendi
Hawar - Halkkitabevi

Hawar

Stok Kodu
9786257253932
Boyut
13x19.5
Sayfa Sayısı
72
Baskı
1
Basım Tarihi
2022
Kapak Türü
Ciltsiz
Kağıt Türü
2. Hamur
90,00TL
%23 İNDİRİM
69,30TL
Taksitli fiyat : 9 x 8,47TL
Stokta var
9786257253932
858251
Hawar
Hawar
69.30

Ehlam Mensûr nivîskar û rewşenbîra naskirî, li Başûrê Kurdistanê ku ew hê di salên 1970yî de li Koleja Edebiyatê ya Zimanê Kurdî di Zanîngeha Bexdayê de keseke çalak û bi gotina wê bi xwe, keseke yaxî bû, ev yaxîbûn hewldanên azabûna jinan bû bi taybet li hemberê fişar û dab û nerîtên neyînî yên çanda pederşahiyê. Hê di destpêka çîroknûsiya wê de jî feraseta femînîzmê heye, ku ji xwendinên Simone de Beauvoir û Virginia Woolfê jî tesîr girtine. Edebiyata wê bi xwe babetên tabûşikên dane ber xwe.

Ev kurteberhema wê ya ezmûnî, Hawar,  cureyek e ku vekolana serboriyên di bîra wê da jan dide û temasa wê ya xwebixwe ku tê de azar û dengek heye. Eva wekî kirinek e bi peyv û nivîsê, rexne ye dîsa li civakê û belkî li hin nivîskarên mêr ên li wê heyamê. Wekî xeberdaneke xwe bi xwe re, lê di guhê hesas re diçe, mînanî janeke zindî dike hawar.

Ehlam Mensûr her wisa di vê kitêba xwe de, wekî xwe-axaftinekê û vegotineke derûnî dertê pêş. Hawar derbirînek e di takekes de kûr dibe, lê wekî Ehmed Şamlû di helbesteke xwe de dibêje "ez derdê muşterek im, min bike hawar", her wisa derd û jana Ehlam Mensûrê jî janeke mirovbûnê ya muşterek dike hawar. Hawar, bi şêwaza  xwe û  derbirînên ku  temasên şa'irane jî dihewîne, berçavtir dibe.

Kapat